Listen
Pause
Hakim artesh – gorani gawra
Hakim artesh
1 Gorani Gewre
2 Nrxi Huner
3 Giroda
4 Halloween
5 betall
6 makwan
7 heq
8 Tariki I
9 Tariki II
10 Dadwer
11 Prsiyar
12 Kiselekanish defrn
13 kemp
14 Bese
15 Hesti Segekan

About Album

Hakim artesh – gorani gawra

You can download this beautiful album only in 320 quality on Melorafy for free

Label
Artists

Available Lyrics

Gorani Gewre
Jînit pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Jînit pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Biro berew herçî ke dethewê
Kê dellê ke to xerîkî çît lêre
Ewan le şeqam destî yêk dergrin
Rapxwên leser bît wa xerîkî sayfêre
Fêre, xoy bê le her şwên
Bê şwên namînê le şeqam şêre
Şêre, boye serkirdeye
Dunya denûsê ew mêjûyî le bere
Detwanî tewawî laperekanî dunya pirr ka le wişe, pirr le qisey biwêre
Pirr le qisey biwêre, ew ciwan debînê katêk hemû dunya kwêr e
Delên yaxî bû e şête, belam bîr û wîşe şête
Amojgarît deka girîng nîye kête
ew tenanet dezanê kam jimare le pête
Ew bînerêkî başe
ew gwêgrî başe
Ko dekat wişekan, ke pêwîst bê witar derêkî başe
To natwanî weku ew
Be şew bê xew be cew legel pênûs beyanî hellekey
bithewê bigeyît debê ziyadtir hewlldey
Heste
Pê be pê birro legell qutbxanekanî kar
Debê wişekanit têkell keyt be kollanekanî şar
Metirse le royştinî rêga le şewanî tar
Beyanî helldê to rastî û dewrûber lar
Lar demênin be xewnî pap sitar
Be doy rijaw dên bibne rap sitar
Bira min û to dellên fack bo TV
Siwarî gell bûn herçî porn sitar
Deyanhewê biroxwên nemênîn
Deyanhewê bêdeng bîn nexwênîn
Deyanhewê arastey kar bigrine dest
Taku şeqam nepêwîn
Dellên belam birrway pê meke
Min pênûs im pirre her wek bilêy çeke
Pêt waye min bêdeng demênim takey
Xerîkî karim surprise MotherFucker
Jînit pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Jîn it pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Jînit pê fêre (belam bo min na)
Dunya lêt têre (na bo min na)
Em kare pêwîstî be kesî biwêre (na na)
Jînit pê fêre (ewe min im lêre)
Dunya lêt têre (ewe min im lêre)
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
dunya wek şewêkî tarîke lat
rojêkî rûnake bo min
xawenî şwênî xom im
bê şwên zorin û zor şwên çolin
tak rawestaw im le pêş kêşekan
wate pak rawestaw im le pişt wişekan
kat têperî û ser êşekan
çakbûn le kotayî şerekan
wate fuck bo tewawî dujminekan
weku pak zal bûm be ser şarekan
kar bê sinûre debê genc bên û fêrî bin
şar bê sinûre melê nakrê ke şêrî bin
bîrî komel biçûke helîde bo lay min
ewey hemuyan dezanin to detirsî lêy min im
minîş şêt û serkêş im weku mame Eminem
weku mame Eminem kar dekem û ta pêy bigem
ewey delêm têdegem û dewrûber im fêr dekem û zor kes le min
têdegen, ewey to be sal xerîkî bo min tenya çend xuleke
serdekem û her kes yarî bikat lêy debem
tenanet pêş kewê zû derom û pêy degem
sebaret bewey delêm ewan le min têdegen
fêrin çawiyan le karî mine û lêy deben
bitirse ertêş bo em kare şerengêze
bipirse bizane kê le lûtke xawen rêze
pêt delên ke kê bû şorşî kird
ewey min heme mosîqaye pirr le hêze
delêm ke fêr bît lêy
çend sedeyekî dewê ke têr bît lêy
hengaw helgire dest helbire
ke bînît natwanî dest helgire
huner pake, take, xawêne
payiz, bihar, zistan, hawîne
pêwîstî be kat û be pakî dawêne
pêştirîş gutume pêm melê bo!
Herçî ke pêt waye dekrê bekar bêne
Yêk deye têperî êsta têkel xwêne
Xotî û culet her weku awêne
Xot taqî bikerewe pêm melê çon
Jînit pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Jîn it pê fêre, îtr dunya lêt têre
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Jînit pê fêre (belam bo min na)
Dunya lêt têre (na bo min na)
Em kare pêwîstî be kesî biwêre (na na)
Jînit pê fêre (ewe min im lêre)
Dunya lêt têre (ewe min im lêre)
Em kare pêwîstî be kesî biwêre
Nrxi Huner
Min bebê bang hêşt naçim bo hîç şwênê
Ke pûçêkî wek to bêt bimdwênê ne
Peşîman nîm le jiyanî dwênê
Îtir rêga nadem kes xoy bo min binwênê
Yaxud qisekanî le dillim birrwênê
Herkat ke wîstî hestekan bşêwênê
Xom, hellyan detekênim jêr û jûr
Îtir pûç derrwa bo dûr dûr dûr
Deyanhewê şerr durust ken
Le pare pird durust ken
Le simt huner durust ken
Le kiç kur, keçî le kur kiç durust ken
Le xoyan pallewan û le ême dorraw durust ken
Deyandem ber şeq aaa
Bllê gewretan kwa? Bo kam dozex çuwe?
Carêkîtir bllêy hîp hap kulturî şêwand
Deykêşm be naw demta, çunke ême parêzerîn
Wern wern wern, byanbînin
Em bê exlaqane xerîkî çîn, byandiwênin
Jin bû be sukî sall, piyaw pîse weku par
Huner bû be amrazî sêkis û bllaw bû le şar
Bibweşêne şan aaa
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Xobadan û hellperîn û xoladan le her nerîn û sûk bûn û hellwerîn û be
rîşî xud pêkenîn
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Xobadan û hellperîn û xoladan le her nerîn û sûk bûn û hellwerîn û be
rîşî xud pêkenîn
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Şerr le nêwan şarekan û nêt û makis û bendekan û pare serfî simtekan
û nirxî rap be sintekan
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Şerr le nêwan şarekan û nêt û makis û bendekan û pare serfî simtekan
û nirxî rap be sintekan
Emane fêrn beme, sûk bûne û têrn leme
Be gîrfanî pirr le dolar le tîvîn û şêrn beme
Yanizde mangî sall modêlîngin, keçî
Mangêk legell xudan, be dro dro dro
Îslamî modêrn, elmanyet be camanewe
Dijî agir persitîn be xoyan û em halewe
Be corêk bê zanyarîn ke nadwên lem barewe
Seyirt deken be tanewe, dey dey dey
Rexnegrî hîp hap û karbedestî mîdyaye
Xwaziyarî kar legell pênûs û zor hestyare
Pênûs pêşrrewî rapî wllatêke
Toş byan nase, daner, rap2, ertêş
Kê maw le pêş toş pirr bûyt le êş
Nîmane tris le tîvî, nanêrîn sîvî bo tîvî
Hellnaxeletên tenanet be çîrokî rîvî
Serkirdey şarîn û agadarî karîn
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Xobadan û hellperîn û xoladan le her nerîn û sûk bûn û hellwerîn û be
rîşî xud pêkenîn
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Xobadan û hellperîn û xoladan le her nerîn û sûk bûn û hellwerîn û be
rîşî xud pêkenîn
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Şerr le nêwan şarekan û nêt û makis û bendekan û pare serfî simtekan
û nirxî rap be sintekan
Nirxî huner çende latan
Ha?
Nirxî huner çende latan
Bllê
Şerr le nêwan şarekan û nêt û makis û bendekan û pare serfî simtekan
û nirxî rap be sintekan
Giroda
Sereta
Komellga pêwîstî pêmane
Herçî boy pêwîste pêmane
Herçî napêwîst le pêmane
Serkewtin amancî rêmane
Min pirrim le bîrî nwê min le kwê to le kwê
Gîrode nîm le şwên ew pûçey deyhewê bom bidwê
Ne
Min kurî şeqamim pirr le hengawim pêyewe ilkawm
Dêy?
Boy pêkenîwim boy giryawim demênê nawim lêy
Kirdûte xeyanet le emanet
Şeqam le karî to be gumane
Herwa bimêne zor lêt ciwane
Diktor kwa bo em vayrosane
Hengaw be hengaw rake rake
Hîp hap bo llayke karit çake
Be dwam dê bellam min fêrî nakem
Boye zor hîlake
Wa bimênê wa bimênê
Mandû nebû lewey ke wa bimênê
Bîrî çewit biçênê takey detwanê wa bixwênê
Gîrodey qisey xelke hemûy bê kellke
Keçî deyhewê hebûnim lêm bisênê
Natiwanê boye berîde bê
Komellga pêwîstî pêmane
Herçî boy pêwîste pêmane
Herçî napêwîst le pêmane
Serkewtin amancî rêmane
Min dezanim kame bay çende
Şwênî to çone bay çende
Zor car rawestan helleye
Rameweste rake
Karî bê kare nemawe karî be kar
Gûtî bo karim naçarim brrom le şar
Min rast emane larin deygût emane xwarin
Demzanî pare periste, deygût na herweku parim
Karî bê kare nemawe karî be kar
Gûtî bo karim naçarim brrom le şar
Min rast emane larin deygût emane xwarin
Demzanî pare periste, deygût na herweku parim
Wa nebû ke deygût wam
Be destî betall gutî ertêş şaye
Destekanî pirr bûn royişt, zanîm hemû kat dîdî waye
Min dezanim çendî pê geyişt çonî pê geyişt
Way dezanî xelk kallaye, sallan çûn xelk têgeyişt
Xoy hat gûtî kar keyn pêkewe
Xoy roy neyhêşt kar keyn pêkewe
Êsta ke deyhewê dûbare bêtewe
Bellam be sallane dûr bûm lêy
Bcullê hestî hejar pirr debê gîrfant
Pîse qumar qerizdarî sponsêr mawî bê kar debê demt daxey êsta dûrî
le şar
Kesayetî gringitre le herçî mawe pêy
Dezanim ke niyetî boye tarîke rêy
Dezanim le niyetî boye zor dûrim lêy
Ke karî cê becê bû îtir nazanê kêyt
Bê naxin û pîsn û prrin le dûkell be dengî berz dekoxin
Pûçin zor nemawe giştî rûçin
Yan debê dûr kewin yan le rêgay nûçin
Herkes deyhewê kar bka dyare rêga bo debê şerr bka? Pêget şiyawe
bîparêze û rêga mede kes qumart pê bka
Karî bê kare nemawe karî be kar
Gûtî bo karm naçarm brrom le şar
Min rast emane larn deygût emane xwarn
Demzanî pare periste, deygût na herweku parim
Karî bê kare nemawe karî be kar
Gûtî bo karim naçarim brrom le şar
Min rast emane larn deygût emane xwarin
Demzanî pare periste, deygût na herweku parim
Halloween
Beramber yektir dillman pirr le qîne
Bo şikanî yektir pirr le girru tîne
Hemû roj jiyanî dunya weku hallovîne
Keçî ta êstaş asimanî dllim şîne
Zor car wuşekanî min pallewanî meydanin
Weku hêzin katêk hest dekem le kotay jiyanim
Her kes be bûnî hêzêk berdewam le jîne
Qurse katêk jiyanî rastî dunya hallovîne
Hemû demamkdarin le ruxsariyan bêzarin
Roşnibîr le gund hellatun û le şar bêkarin
Min be yek çaw seyrî karesatekan dekem
Be yek car dill le dîn û dunya sard dekem
Têkmandabû amêrî şerr bellam çak kra pêman
Êmeş hemanbû dêmukrasî bellam hak kra lêman
Peleke wergre vîza brro bo dîtnî monalîza
Lêre dolarî hebû ciwan bû, êsta ke nîtî pîse?
Debê mêjû bgorrîn weku moşa dayan
Debê le şwênî şyiaw bin piyawanî nayab
Neguncanî mêjû barî şanî kêye?
Ewaney çawerrwanî pêçûy bê têçûn
Beramber yektir dillman pirr le qîne
Bo şkanî yektir pirr le girru tîne
Hemû roj jiyanî dunya weku hallovîne
Keçî ta êstaş asimanî dllim şîne
Beramber yektir dillman pirr le qîne
Bo şkanî yektir pirr le girru tîne
Hemû roj jiyanî dunya weku hallovîne
Keçî ta êstaş asimanî dillim şîne
Asimanî dllim şîne
Asimanî dllim şîne, bbîne
Hawrrêyanî konim, to bllêy êsta çon bin?
Dwacar ke yekêkim bînî gûtî min lordim
Gûtî nebê kart be karm, wamezane wek parm
Êsta gewrey şarm, be bûnî pare harm
Gûtî bîrî to kone, seyirke jyant çone
Gûtim herçonêk bim xomim, dûr le bîrurray tom
Bîrm têr dekem, newey dahatû fêr dekem
Herçî heye bo xoyan bê, birsî weku to têr neken
Ke to birsî nefsî, grîng nîye her kesî
To pirr le tirsî le dest danî, bê hestî
Min wek to naysepênim, heme nayşekênim
Min xawen felsefey xomim pirdekanîtir naşkênim
Pûçekanî wek to ger bibne xawen goy zewî
Derixwardî ême deden tewawî gûy zewî
Debê mêjû bgorrîn weku moşa dayan
Debê le şwênî şyaw bin pyawanî nayab
Neguncanî mêjû barî şanî kêye?
Ewaney çawerrwanî pêçûy bê têçûn
Beramber yektir dillman pirr le qîne
Bo şkanî yektir pirr le grru tîne
Hemû roj jyanî dunya weku hallovîne
Keçî ta êstaş asmanî dllim şîne
Beramber yektir dillman pirr le qîne
Bo şkanî yektir pirr le grru tîne
Hemû roj jyanî dunya weku hallovîne
Keçî ta êstaş asmanî dllim şîne
Asmanî dllim şîne
Asmanî dllim şîne, bbîne
betall
Em haley emrroman cêgay pêkenîne bo min
Cêgay pêkenîne bo min
Ew pêkenîne pirr le birîne bo min
Pirr le birîne bo min
Em betallye pirr le talliye roşnibîre bîrî tairye
Naybînê hokar hariye nayixwênê biyanuyî nîye
Bê layen xoy firoşt hatewe gorrepan
Be trrohatewe
Gorra rengî şaşekan pîs bû nawî başekan
Dahatuy laşekan gîrodey mêjûy girdekan bû
Serkewe toş bo jiyanî xoş
ke xawen pênûs kurdî firoşt
Tiyeh
Nûser bû be peyker firoş
Tiyeh
Azadî hîçe
Jenerall be dway exlaqe
Bê ho
Lewê hêrş deka
Be nusîn daway şorriş deka
Bê ho
Tenya pêwîste heq binusîn, girîng nîye ke pênûsî destit nirxî çende
Rêberî şar hezî le bende
Poxlî gendell
Tiyeh
Rojnamenûs rawêjkar nîye
Pertûk firoş roşnibîr nîye
Cinêw firoş qareman nîye
Şwênî bendibêj perrleman nîye
Mirov nasît wek mirov bûnit hîçe
Min tênagem gêlm, yan toy quristir le nîçe
Haaa
Em haley emrroman cêgay pêkenîne bo min
Cêgay pêkenîne bo min
Ew pêkenîne pirr le birîne bo min
Pirr le birîne bo min
Em haley emrroman cêgay pêkenîne bo min
Cêgay pêkenîne bo min
Ew pêkenîne pirr le birîne bo min
Pirr le birîne bo min
Sengî hemûtan dolare hawarî hemûtan bo kare
Reng û dengtan dûbare nwê debê bellam bê kare
Serkirdekanî şêwaw sern bo şerr pallnerin
Weku komonîstin azadker nîn dagîrkerin
Sermaye bû be bawik pênûs boy kirnoş deba
Sermaye bebê bawik pênûs xoy perdepoş deka
Ke babit hebûm kebabit hebû, ke babit royî kebabit royî
Ewca xerîkî pakanen, taku billên taqane toyî
Keçî herdûk rûyan reştir le mêjûy kerkukin
Be nawî xizmet kirdin xerîkî heracî pertûkin
Raport binuse govar û rojname zorin ke dabezênin
Bê hokar debê hêrş keyt, bê layen binusî nayhezênin
Xawen rwêkî geşin bê naxin weku kallay çînîn
Feylesofin berzin nuserin û fêrî elf û bê nîn
Êsta pêwîste destêk bihênim be serî çaw tirsawekan
Pêt waye kameyan girîngin wellamekan pirsyarekan
Em haley emrroman cêgay pêkenîne bo min
Cêgay pêkenîne bo min
Ew pêkenîne pirr le birîne bo min
Pirr le birîne bo min
Em haley emrroman cêgay pêkenîne bo min
Cêgay pêkenîne bo min
Ew pêkenîne pirr le birîne bo min
Pirr le birîne bo min
Kotayî
Bekarhênanî pênûs le layen kesanêkewe ke nazanin bekarî bênin
metirsiyêkî gewreye bo dahatûy willatêk
Min rûy emane aşkra dekem
Çunke min pişt perdey emane debînim
Min pişt perdey em nuserane debînim
Min pişt perdey em şa'îrane debînim
Min pişt perde pîsekeyan debînim
Min aşkrayan dekem
Legell min be
makwan
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
Weku bazine seyrî rap dekem
Dewrî desurrêm be seyrî rap dekem
Hestî bûnim le xalî behêzm ko dekem wek makwan lêy deden
Lêyde lêyde
Le hêz demênim
Lêyde lêyde
Min brawem û naznawî şêr be min drawe
Min brawem
Dest mist
Hebûnim pir bû le hêz
Kar sext bellam jiyanim pirr bû le çêj
To paşay rîngî bellam ewan bazî kewîne
Lêyde lêkî derîne rastîm dewê to fêykî derîne
Pêyan bllê kên
Pêyan bllê kêyt
Destekant mist
Tatu kurd
Alla alla berz
Alla berz berz
Le bîr nakeyn kêyn
Boye mawîn bezr
Mêşkim peşokaw nîye
Pêwîstim be pşûdan nîye
Jîyanman dedeyn gewretir debîn
Beriztir debîn behêztir debîn
Rêga sext bellam min sext trim ser trim
Lêyan boye mawm lem rêgaye min be hêzî xom
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
Min lêrem lêrem
Debînî lêrem aaaaa
To hîç nît ke hîç nît min paşam aaaa
Demênî laşe min le geşem
Min xêram herweku fîşek
Min serkewtin bû be pîşem
Min tewawî şewanî jiyanim pirrbûn le ahengî bê kêşe
Min dewrî dunya surram dujmin zor bûn bellam nedorram be pare
negorram
Min piyawî tenganem
Serkewtim bûm be cengawer
Jiyan minî xiste naw rîng peşîman nîm lem hengawe
Dengî to nabrrin ne destit nagrin ne
Legell to nafrrin ne lêyde lêyde lêyde
Destekant wek asnin berz ta serin
Ewan pallewan nîn teniya kasbin lêyde lêyde lêyde
Serdem serdemî toye û rîngî toye eme
Seyirke seyirke qulî qulle em kare le to û to lem kare
Rêga wa xoşe ke pirr le berbest bê
Piyawîş aza û serbest bê le çûnî rêga û le çonî pêkan çawekan le şok
bimênin bllên çonî pêka
Rîng şwênî yeklakereweye
Hêzî eqil hêzî dest
Em lêdane yeklakereweye
To derroyt to degeyt be herçî mebeste
Katêk ke baş dezanî to çît mebeste
Manduwe cestet pirr çêje û pirr le heste
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
Le rap dedem weku makwan
Şerr dekem weku makwan
Gerim her weku tîşkî xorim
Le lutkem weku makwan
heq
Herkes herçî wîstî kirdî nawî toy le pişt pişt pişt
To nebît çonî çonin?
Herkes herçî wîstî birdî ziyadey lê rişt rişt rişt
Emane konî konin
Bo naw ême pêm bllê key dêy
Pêm bllê pêk dêy
Legell ciyawazyiekanman
Mellê be yasay nwê dêy
Dillim lêt gîrawe, lewetey detnasim
Pêm şiyawe, gleyîm hebê û
Be tikawe dellêm ke zû were
Kes nemawe cêgay to pirr kat
Parey nawe hatuwe sirr kar
Herçî ke mawe her weku girkan
Teqîwetewe ser mêju û mêşkman
Le nawman debat
Dellên le kon to awêne bûyît şkayit
Êsta her parçeyêkit lay kesêke
Dellêt heq lay min
Bllê kamiyan toyt
Bllê çend parçeyît ke heft mîlyard kes serwerî heqin
Keçî naybînim ewan ke peyrewî heqin
Aaa
Tewawî xom dadenêm le pêşt
Min dezanim hêzt
Min sermayey tom
Hellgîrsênerî şorrişî nawit
Min weku yek firmêskim lew hezaraney ke dên leçawit
Min rizgarkerewî tom le dest ewaney ke dên bo rawit
Bllê pêwîstit be mine bllê
Mnîş her weku tom
Be nawî yek nawinrawîn
Her leber emeş rawinrawîn
Herkes herçî wîstî kirdî nawî toy le pişt pişt pişt
To nebît çonî çonin?
Herkes herçî wîstî birdî zyadey lê rişt rişt rişt
Emane konî konin
Min ewem ke pêwîste bim
To eweyt ke pêwîste bît
Bellam temen bê to têperrî û
Êstaş têkellî jînî min nît
Ew katey pêwîste nîm
Lew katey pêwîste nît
Tewawî temen le rake rakeyin
Le kat û şwênêkî guncaw bîn
Bitwanîn heq bllêyn heq bllêyn heq
Bellam dunya her desurrê û dro le çeq mawe û şeq le heq helldeda
Lay to heq wate çî?
Heq bêj wate kê?
To çon bîrdekeytewe katêk dellêm min xudî xotim
Wadezanî teniya hestêke?
Min be dway xud bûnim
Dûr le nexuşî xo be zill zanî û xo sepandinî bê ho
Were gerçî drenge
Gerçî nawt rûy le tufenge
Were ger sermaye toy nawê
Were ger leser rengî to lêre cenge
Herkes deyhewê be corêk rengit ka
Le bo qursî senge
Waz bêne le hemû emane
Were kar keyn kat tenge
Bllê pêwîstit be mine bllê
Mnîş her weku tom
Be nawî to nawinrawim
Her leber emeş rawinrawim
Herkes herçî wîstî kirdî nawî toy le pişt pişt pişt
To nebît çonî çonin?
Herkes herçî wîstî birdî ziyadey lê rişt rişt rişt
Emane konî konin
Herkes herçî wîstî kirdî nawî toy le pişt pişt pişt
To nebît çonî çonin?
Herkes herçî wîstî birdî ziyadey lê rişt rişt rişt
Emane konî konin
Tariki I
Hêy min leser sinur gîram
Sinurî nêwan tarîkî û runakî
Be bergêkî asinî û taybet
Ke le dahatû durust dekrê bo rojî şerr
Pêşewem runak û piştewem tarîk bû
Rêgay gerraneweman rêrrewêkî barîk bû
Hebûnî seqamgîrî le tarîkî biyano bû
Le qulay runakî gwêm le dengî piyano bû
Çekî pasewanêkim leber kemerî derhêna û
Teqem kird û rizgar bûm, yaxî buwan herwa bûn
Le tarîkî helldehatin bo runakî derroyiştin hemûyan şêwaw bûm
Dwayîn pasewan rûberûy min bû
Be laşeyekî gewre û ridênêkî cehenemî
Mêşkîm le kar xist
Gûtim min berrew runakî hengaw denêm to şayenî cehenemî
Le sinurî runakî pêşwaziyan lê kirdim
Yekemîn wuteyan pêyan leber kirdim
Ke min tewawî jiyanim dedem le bo manewet
Têbige bo min grînge lêkdanewet
Eme sîstemêke taybet be xom
Tenanet şêwazî jiyanîşim taybet be xome
Weku hemû yaxî buwekan dujminî drom
Hestekanim şarawen emeş taybet be xome
Eme sîstemêke taybet be xom
Tenanet şêwazî jiyanîşim taybet be xome
Weku hemû yaxî buwekan dujminî drom
Hestekanim şarawen emeş taybet be xome
Mrovekan le hemû şwênêk yaxîn
Ke eqil nebê le hemû şwên reşe naxî
Min le naw laperre reşekan jiyawim
Keçî demzanî bo jiyan le runakî şiyawim
Runakî bem şêweye nebû ke demnasî
Ke roşinbîranî tarîkî deyankird basî
Dunya awêkî pîs bû xoyan masî
Ke çawerrwanî beheşt bûn û keşî romansî
Min hemûyanim be çaw bînî
Boye hellatim lew şwêney ke teniya çaw bînî
Dijî runakî radewestê her kesêk ke bê kare
Xoyan gewre debînî weku sêberî êware
Bîrurram rêgay minî runak kird
Bwêrîm le gorrankarî rabirdûmî xak kird
Sinurekanim bezand û têgeyiştim lewe
Negeyişt be hîç ewey le rastî ray kird
Serkirdey runakî sillawî lê kirdim
Min legellî berdewam bûm zanî ke min kurdim
Gûtî dezanim willatt le snurî tarîkiye
Siruştekey xoşe bellam xelkekey nexoşe
Eme sîstemêke taybet be xom
Tenanet şêwazî jiyanîşim taybet be xome
Weku hemû yaxî buwekan dujminî drom
Hestekanim şarawen emeş taybet be xome
Eme sîstemêke taybet be xom
Tenanet şêwazî jiyanîşm taybet be xome
Weku hemû yaxî buwekan dujminî drom
Hestekanim şarawen emeş taybet be xome
Tariki II
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Dewriyan dawim emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Şerr defroşin emane kên
Le jûrêkî tarîk û teng sardu pirr le tris
Dest û çaw pê û gwêm daxraw bûn
Bê aga le dunyay derewe xerîkî şerr bûm legell xom
Demgût ewey heme bese bo min
Hawarm le bêkarîm bû le dunya bê zaniyarî bûm
Em dîde reşem bo jînim hokarî bêzarîm bû
Wam dezanî dunya bende le tarîkî jûrekem
Bîst û dû sall drêjey kêşa helle bawekem
Dozex wate pirsiyar le beramberî dahêner
Wate çîrok bibin be çawsax û rahênert
Carubar bo xwêndin çawim krawebûn
Teniya le bo ew pertûkey xwêneranî brawe bûn
Bellam le kotay bînîm hemûy weku yeke
Dorrawî brawekan brawey dorrawekan
Dellên dunya puçew pirr le hewllî bê sûde
Keçî xoyan têdekoşn le bo herçî ke bê sûde
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Dewriyan dawim emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Şerr defroşin emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Dewriyan dawim emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Şerr defroşin emane kên
Nîwey temen beser çû, taku lem jûre derçûm
Katêk bînîm bê sûde gûtim derdeçim her cor
Le rêrrewêkî drêjî pûçî têperrîm
Ta geyiştim be dunyayêkî rengawrreng le pertûk
Dunyayêkî nwê bû, dîwar bê gwê bû
Kes karî be kes na û xulqêner lewê bû
Regezekan yeksan û çawekan bê tirs
Seyrî yekman dekrid û xulqêner amadey pirs
Min ke emem bînî gûtim emane denasm
Ewem le xewin bînîbû, le rêgay hellatnim
Be dengî piyano xewnekanî min nwê bûn
Leser sinur çek şerr bellê min lewê bûm
Grîng êsta azadim
Jiyanî min bê kêşeye, awen naxî bê azarim
Nazanim em jiyanem xewne yan ew jiyan
Be her hall le her la hestim debê lêy bzanim
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Dewriyan dawim emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Şerr defroşin emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Dewriyan dawim emane kên
Min le dîdî xomewe bo jîn dêm
Şerr defroşin emane kên
Dadwer
Sereta
Kes weku ew le ew tênagat
Ew
Kes weku ew le ew tênagat
Em çawane pirr le firmêsk
Ew
Em çawane pirr le firmêsk
Pirr le firmêsk bûn
Ew
kurreke degirya deygût bawkim le min tênaga
Îtir qsekanî daykîşim hîç karî tê naka
Îtir weku pêştir xuşkekemî xoş nawê
Bawke tikaye weku pêştir hellsukewt ke tawê
Kurreke xoy le jînêkî pûç dejiya
Têkellaw bû be bûnî dunyayêkî naşiyaw
Roj qumar û nêrgelle, şew be dway nêwgelle
Neydezanî teniya dayik zerermende lem şerre
Kiçî malleweş ke debê bimênê bê bere
Têkellêk le felsefey dunyayêkî bê helle
-berrêz dadwer hemûy xetay ewan bû
Min bê gunahim debînî
Bawkim xoy royişt, dayikim xoy mird
Xuşke şîrînekem xoy xoy le jûrda hellwasî
-emaney degût û çawekanî terr bûn
Ew kurre bê giyane le jûrî sardî dadga
Risteyek le ew, risteyek le dadwer
Hemû kirdewekanî rûn deka bê şerim
Hîç nemawe bo dorran, derfet nemawe bo gorran
Danîştuwe ser le jêre û bê giyane wek term
Deygut çareserim dewê bo em karesate
Egîna basî mafekanî mirov leberim
Pêdaçûneweyan dekrid be hemû jiyanî
Le jêr guşarêkî mergbar bû hemû giyanî
-şerrekan leser çî bûn? Bas basî çî bû?
Hîç kat herreşet kird le bawkit? Yaxud çekit pê bû?
Lêre nusrawe be mang diyar nedebuyit
Ew katane le kwê buyit xerîkî çî bûyit?
-hemû bêdeng bûn çawerrwanî wellam bûn
Ewîş seyrî destî bestuy kird destî pê kird
-berrêz dadwer em qsane bê sûdin
Hellatnekanim le mall tawanî sûkin
Carî wabû xuşkim be hefte xorî nededî
Le hemû temenî teniya zîndû bû nedejî
Ewkat to le kwê bûyit taku bibînî
Derdî ewaney ke hîç kat şayney derd nebûn
Carî wa heye dellêm xeta le kulture
Afiret wek ême le mafî hêz dûre
Berrêz dadwer hêzim beqeder xom bû
Teniya twanim serî xom le jêr aw derênim
-dadwer çekuçêkî kêşa be mêzekey
-bêdeng bimêne babetekan meşêwêne
Pşuwêk werdegrîn û dûbare dêynewe
Babetekan dexwênîn û dîsan pêyda deçînewe
Kes weku ew le ew tênagat
Çawekanî pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dillî ew pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dunyay pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Mêşkî pirrî pirr
-be dengî çekuçî dadwer danîştin destî pê kird
Giyanî delerzî bellam kê hestî pê kird
Ew tawanbare lêre zimanî kurte
Teniya debê gwê girê boşayekan pirrkat
Jûreke pirre le piyawanî yasa
Asan natwanin birriyar den leserî
Yekêk deygût sizay tundî heye em kare
Taku kes fêrî karî ewha nebê dûbare
-debê pêman bllêy bawkit le kwêye?
Taku ew nebê teniya tawanbar toy
Gwê gre eme zaniyarî nwêye
Pareyekî zorî birduwe legell xoy
-kureke tewawî giyanî sirr bû
Çawî le firmêsk pirr bû derûnî pirr le girr bû
Êsta dezanê boçî gîrawe lêreye
Kêşeke leser pareye, kê bedway çareye
Le bo deyan hezar xêzanî tir weku ew
Ke jiyaniyan tenanet alloztir le tewne
Kureke dîdî gorra teniya be çend xulek
Le beramber herçî ke heqîqet û xewne
Dîdî gorra le beramber be dunya
Le beramber be yasa le beramber be maf
-êwe lêren birryar den leser jiyanî min?
Detanhewê leser komellga laben ziyanî min?
Kam le êwe le jiyanî tawanî nekirduwe
Bellgey pak bûnî xoy bênê bo min
Be dengî berz dellêm min bêtawanim
Le rûdawekanî xêzanî û tewawî parekan
min ke hemû kesim le dest çû
Îtir
-bom grîng niye çîm beser bê be nefret bin
-dîsan çekuçî dadwer jûrekey bêdeng kird
-yasa minî hênawete lêre bêdeng be
Rêga nadem deh sall xor bbînî
Rêga nadem deh sall rengî xoll bbînî
-dîsan çekuçêkî kêşa be mêz
-bîben ger nehat raykêşn be hêz
-kureke hemû jiyanî le pêş çawî têdeperrî
Pêkenînekanî xuşkî qsekanî dayikî
Tewawî bellênekanî le bo xoşewîstekey
Rakirdnekanî xoy, cinêwekanî bawkî
Hawrrêkanî ke bê emeg û bê wefa bûn
Lew kate tewawî dunya djî ew bû
Deyanbirdu ewîş be hawarewe deygût
Ke hîçim nekirduwe berimden waz bênin
Kes weku ew le ew tênagat
Çawekanî pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dillî ew pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dunyay pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Mêşkî pirrî pirr
Prsiyar
Cilekanim dakend û rut rut surramewe
Xom bûm lewaneye pêyan wabê şêtim
Qul bûm le nefsim dur bûm le destit
Çoll bû le cestem herçî pîsî heste
Êsqanêkt pê deden dellên eme beste Xo
Şerrî dozex û bheştîş girew leser nefse
Wa dellên keçî şerrî xoyan leser nefte
To fêrî dirot kirdim gutit herçî blêy heqte
Heq, eweye ke to dethewê bimdeytê?
Yan ewey xom pêwîste be destî bênim?
Gutiyan bo bînînit debî roh le ceste derçê
Min, amadem bo eme be her şert û mercê
Royiştim xom helldaye xwarewe le berzay
Keçî zîndû mamewe, êsta pirsyar eweye
To hokarî xo helldanî yan zîndû manewe
Hunerit bêdengiye yan wellam danewe
Ciwanî dunyat la pesende yan diway merg
Balla poşît la pesende yan mirovî bê berg
Kam lemane detwanê wesfî hallî to bê
Kam çînî komellga rengdanewey bûnî toye
Hejarekan ke teniya be bûnî to mawin
Yaxud ew sermayedaraney ke xawen çend kllawin
Ke mallit bo drust deken keçî hemûyan dijtin
Ewan layengirit nîn teniya dujminî dujmintin
Ciyawazî zore le nêwan dîde û dill
Xetêkî barîke nêwan zanîn û nezanîn
Êsta bllê kam lemane xawen zanîne
Ewey be nezanî late yan ewey be zanîn dijte
Komellêk mirovî pirr le hesretî azadî
Bend kiraw bêdeng kiraw be biyanoy pîrozî
taybet ew katey fêr kirayewe
Pîr û têr kirayewe lewey ke debê wabê
Komellêk piyawî pirr le bê agay şehwet
Dunya deken be dozex bo royiştin bo beheşt
Afiret bo dozex nêrdrayewe
Beheşt be nêr dirayewe
Hêzî to le tirse dellên hêzî to le tirse
Eme şerrî deruniye çunke hêzî tolle tirse
Sebaret be to û bûnit mêşkim pirr le
Pirsyarî waye ke hellgirtiniyan le bo mirov qurse
Nêrdet le gorr denê zana û pênûs raw denê
Sereta hejar raw denê û paru nan nirxî xwên debê
Şerrî to nebê çoll debê emeş ke mawe
Çon debê
Be qursî jiyan kolberêk êstaş bar le koll denê
Cêgire demdirêjekant eme çî naw denên
Ke lêre to le cêgay estêre û mang û xor denên
Dellên hemûyan debînî wek hêzêkî nadiyar
Her berrast debînî rengî û bonî pêsî şar
Kewate bînît mindallekan le birsa mirdin
Bînît termekan bizir buwekan bo sermaye wek pirdin
Sutanî sur pêstekanit bînî be çawî ser
Le cînusaydî kurd û culekekan be aga bûy
Kamet lê bipirsim danîşim bibînim bêdengît
Ta dillniya bim hîç kat emane bo to giring nîn
Çon bselmênim girîngî leser xo rahatin
Çon bselmênim to ewe nît ke dellên
Kêşey mrovekan le bûn û nebûnî to niye
Kêşeke le rengî toye çoniyetî sengî toye
Çoniyetî cengî toye hellênanî jengî to û be kam zarawe dengî toye û
dozînewe hestî toye
Ger heyt were bselmêne boman
Rêga mede barudoxî ême leme xirabtir bê
Debînî ke dunya bedway rizgarkereweye
Emrro kê lêre bê xawenî dahatû ewe
Komellêk mrovî pirr le hesretî azadî
Bend kraw bêdeng kraw be biyanoy pîrozî
taybet ew katey fêr kirayewe
Pîr û têr kirayewe lewey ke debê wabê
Komellêk piyawî pirr le bê agay şehwet
Dunya deken be dozex bo royiştin bo beheşt
Afiret bo dozex nêrdirayewe
Beheşt be nêr dirayewe
Kiselekanish defrn
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Serdemêkî reş, ême lewê hatûyin
Ne to tawanbarî ne ew mindalle xatûn
Jiyan şerrêkî yekla kereweye
Cîhan xerîkî xewn be şerreweye
Kotrekan kîsellekan debene asiman
Êsta kîsellekan ballî kotrekaniyan brrîwe
Dunyay êmeş kewte destî dêwekan
Beçke dêwî bê ball le cêgay baz frrîwe
Mame behmen bînîman ke kîsellekanîş defrrin bellam nemanzanî
berew kwê
Mame behmen êmeş heman kîsellî bê ballîn
Xoman şardutewe dêwekan nazanin le kwêyin
Xoman kird be xoman bê hawrrêyin bê guman
Herçend hewll dedeyin bêynewe ser binerretî xomin
Bellam rêgakan gîrawin bîrurrakan şêwawin lêman seyirke
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Yekêk hat yekêk roy yekêk min yekêk toy
Yekêk sur yekêk şîn yekêk çep yekêk dîn
Yekêk mawe çîn be çîn yan dolar yan be xwên
Seyirke kamiyan diyare? Lêre nîn ey le kwên
Hemû hatin û çoyekan tewawî min û toyekan
Legell tewawî rengekan hemû sîstem û dînekan
Legell ciyawazî çînekan legell hebûnî parekan
Diyaru nadyarekan legell hêzî şwênekan
Neyantwanî bedî bênin yek amanc bo hemûman
Wllatî serbexo taku bllêm serbexom
Min
Îtir mawim ser be to, toş bê îman û bê wîjdan
Xerîkî yarî be jînman xerîkî yarî be dînman
Keçî zû derrwa le bîrman, mêşk yeke genc û pîrman
Çend deye têperrî, boçî her xerîkî şerrî
Seyirke kîsellekan firrîn, îce asewarî srrî
Dillit lay lîre gîre, seyirke çînî gencit pîre
Herçî hemane bo mîre, ewey jîr hemûy lebîre
Ewey pîr hemûy le bîre
Ewey jîr hemûy le bîre
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Daye merro becêm mehêlle dezanim nawnîşanî min weku gorrêkî bê
llêke
Daye xallo gûtî çawekanim çak debin
To bo derdî xot yekêk be derdî to wêlle
Daye ew gome awe deman xinkênê
Xallo bê deste natwanê derman bênê
Xallo natwanê derman bênê
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
Be tometî êzidî bûn mallekan talan kiran
Kiçekan bedîl gîran, kes nebû bimanparêzê
Le sedey bîst û yek le pêş çawî dunya
Cînosayd kirayn kes nebû bimanparêzê
kemp
Dûr le mall temenim berew bîst royî
Lem xêmeye jyianim le kîs royî
Bendikrawî kemp, dûr xirawî şerrim
Le bîrim çuwe rengî allam
Geyiştim be xalî pûçbûnî mirov
Willatî min hemû dunya
Le sinurî çendîn willat min têperrîm
Le bo dest geyiştin be azadî û nan
Naniyan firoşt be nirxî xwênî min
Be min ey benefret bin
Willate sermayedarekan be nawî şorriş
Ko deken tewawî gemjekan
Netewe persitî dwayin penaye le bo mirovî gemje
Şerrî nawxoyî baştirîn biyano le bo mirovî tundirrew
Mindallekanî êmeş le willatanî ewan bûn be xizmetkarî bê heq
Willat û kultur û siruştî ême sirrayewe, bûnman birrayewe
Netewey minîş ke mêjûyî le bîr çuwe dûre lew heze û mêjû bû be meze
Termî mindall le jêr gill derbênin
Termî mindall le jêr aw derbênin
Termî jin le jêr pyiaw derbênin
Termî piyaw le jêr bomb derbênin
Pare nîye le bo hebûnî nan
Bellam bombî giranbeha dedrê le şar
Serokî wlliatekan xerîkî çîn
Şerrî bazirganî emrîka û çîn???
Çend deye şerrî sardî rast û çep?
Yaxud şerrî germ le qahîre û efrîn?
Felsefe boman rênîsansî rişayewe
Cengî cîhanî yek cengî cîhanî dû
Kê dembînê lêre?
Emane bo kê dellêm çend kes gwê lême
Minîş hîwaêkî zorm be jîyan bû
Bellam ta çawim kirdewe bê jîyan bûm
Em kempe weku ordugay merge
Demkujê dezanim hemûkat bê denge
Pêmwaye geyiştum be kotayî jîyan
Bellê pêmwaye geyiştum be kotayî jiyanim
Bese
Seyrî sûdî felsefe ke
Bêcge le rrazî kirdinî birsî bo birsiyetî
bêcge le rrazî kirdinî jêrdest bo barwdox
hîç sûdî nebû e
natwanê mindalêk têr kat
sedan sale ke denûsrê hawar dekrê
belam nagat be hîç
sedan sale ke biryarekan le destî paren
hey tif lem kare
hemûman be hejarî demrîn bê ewey bijîn
hey tif lem şare
mindalekanî êmeş her wa ziyadtir lemeyan be dest naga
le pûç dûbare yan koç dûbare
yan demênin le zêdî xoyan
herçend emeş sûdî nabê boyan
çunke pare delêt ke rraken be her nirx bigen be jînî xotan
sereray dorranî dînî xotan
felsefe dahênerî dîn bû
dîn dahênerî sîstem
sîstem dahênerî riştinî xwên bû
hejarî wek min û to bê şwên bû
tenya çawî le asmanî jîn bû
cestey pirr le birîn bû
tewawî hebûnit gulêkî bonxoş
jêrdestî bêzey baxewan bû
mirovayetî le naw dû kewan bû
keçî çek bo kewanîş pasewan bû
azadî xewnî şewan bû
her emeş wîstî ewan bû
kameyan heldebjêrî, pare yan azadî?
be azadî pare dê ya be pare azadî?
hêz bê azadî şere û azadî bê hêz hîç
tenya pêwîste pêkewe bijîn û le dway emeş îtr hîç
yêktir şêwan bese
yêktir pêwan bese
şerr leser binemay ciyawazî û eqlî û sinûrî destkird bese
mirovî tundrew bese
ayînî destkird bese
ew hemû sîsteme natewawe
Ew hemû mirove natebaye
ew hemû mûjû e pîse û
qiseu bêkar bese
komonîst yan dêmokrasî
komele diroy dîplomasî
kes lewê naka basî
derdî mirov, boye bese
çek na
hêz na
polîs na
sinûr na
diz na
xwên na
mitov bimênî bê şwên na
tenya qise û belên na
tenya bilên belê, na
roh pirr le kelên, na
hemû azakan delên naa
hemû azakan delên naa
bew hemû pûçe delên naa
bew hemû hîçe delên naa
rizgarkerewe kêye? dekrê ke to bî melê wa le rêye
gelanî bîr xewtu şayanî ew şeren ke têy kewtun
tenya gelanî hoşyar şayenî azadîn
çol kem hemû şeqamekam
ke şorişî heq le xurafe dûre
dûrî bese
dûrî bese
ew hemû diroye kone bese
ew bone bese
helçun, xo nwandin
zanîn le bo lê şêwandin
be diro têgeyandin
bo şer pêgeyandin
parew rabwardin
diroy rageyandin
be rap têgeyandin
her hemûy bese
Hesti Segekan
Back to top